Li Vivaldiyê xebitîn

Li helwestên me yên vekirî binêre û fêr bibe ka em çawa li Vivaldiyê dixebitin.

Karên vekirî

Hemû cihên me niha tijî ne, lê ji bo kontrolkirinê spas! Dîsa jî em her tim li stêrkên ronî digerin – heke tu ji wan stêrkan î û tu li Oslo-yê an Reykjavik-ê dijî, bi me re têkeve têkîliyê li ser [email protected].


Cih

We are (so far) 25 nationalities working across seven countries with offices in Norway, Iceland and the USA.

Oslo, Norwêc

Navenda me li dilê Oslo yê li rex sûlaveke bedew e. Rast e, sûlaveke rastîn e, û tu dikarî hinek salmonên Norwecî jî di çem de bigirî heke tiştê te ev be.

Reykjavík, Îzlenda

Nivîsgehên me yên Îzlendayê li Innovation House-ê, înkubatora destpêkê ya herêmî ye ku ji hêla Jon ve hat damezrandin. Tîma me ya Îzlendî ji bo avakirina Vivaldiyê îlhamê ji dîmenên xweş ên okyanûsê distîne.

Magnolia, DY.

Bingeha xaniyê me ya li Dewleta Yekbûyî derveyî Bostonê di Magnolia Innovation House-ê de ye - me ji mansiyonekê veguherand ser navenda teknolojiyê. Her havîn hemû tîma me qasî mehekê ji bo crab cake û kodandinê li vir dicivin.

Civîn

Di her meha pûşperê de li Magnolia, Massachusetts-ê civînekê me ya destanî pêk tê. Em hemû li mansiyonekê bedew a dîrokî bi hev re dimînin, malbatên xwe tînin, cil û bergên ecêb li xwe dikin û bi gelemperî gelek kêfxweş dibin. Ha, me ji bîr kir, erê û em dikodînin jî.

Gava ku roj her diçe sar dibin, em hemû dîsa—îcar, li Îzlendayê dicivin. Gava ku Ronahiyên Bakur dest pê dikin.

Hevsengî

Em dizanin ku mirov pir berhemdar in, dema hevsengiyekê baş a kar-û-jiyanê hebe, ku ew hêz dide wan ku tiştên kêfa xwe bînin cih û berpirsyariyên xwe yên derveyî kar pêk bînin. Li Vivaldiyê, em modelên xebatê yên çemînbar disepînin ên ku rehetî didin awayê xebitandinê yên cur bi bur, rewşên malbatê û tiştên din.