Astengkera reklaman - bi lez û belaş, tu pêvek ne pêdivî ye

Astengkera reklaman a cihgirtî ya geroka Vivaldiyê reklamên nexwestî asteng dike, dibe alîkar ku rûpelên te bi lez werin barkirin û amûrên te ji reklam û şopgerên xerabkar biparêze. Geroka Vivaldiyê daxe û bi lezdarî û ewledarî lêgerîne bike - bêyî pêvekan.

Çima divê tu astengkera me ya reklaman bi kar bînî?

  • Zûtir bigere.
  • Tu pêvek ne pêdivî ne.
  • Li serhêlê di ewlehî û aramiyê de bimîne.
  • Ew belaş e. Her dem.

Download Vivaldi

Astengkera reklaman çalak bike û bi lez tev bide

  • Bêyî astengkera reklaman, reklamên serhêl tenê lêgerîna te qut nake, her wiha ew barkirina rûpelan jî hêdî dike.
  • Gava ku geroka te bi daxistina reklaman mijûl dibe - afîş, hilpekok, anîmasyon, vîdyoyên xweberî jî tê de - geroka te hêdî dikin.
  • Bi astengkera reklamam, tu zûtir digerî ji ber ku rûpelên malperê pir zûtir bar dibin.
  • Astengkera hilpekokê ya Vivaldiyê gava ku tu dixwazî têkevî rûpelekê, reklaman radiwestîne. Em xwe dispêrin lîsteya URL-yan a belavkerên reklaman û berî ew bişînin, daxwazên wan URLyan tên rawestandin. Bi vî awayî, tu carî reklam danakevin. Loma geroka te ya bi astengkerê re bêhtir YKN-yê û bîrgehê bi kar nayîne, ev jî barkirina rûpelên malperan zûtir dike!

Astengkera reklamê ya cihgirtî ji bikaranîna pêvekan çêtir e

Tu dixwazî astengkera reklaman di nav geroka te de hebe? Bi astengkera me ya reklaman pêdiviya te bi sazkirina pêvekan namîne da ku ji reklamên xerabkar rizgar bibî.

Her çend sazkirina pêvekan pir caran alîkar bin jî, ew dikarin pirsgirêkên lihevhatinê derxin. Geroka Vivaldiyê bi wan taybetiyên bapêçkirî hatiye çêkirin ku ji bo bi hev re baş bixebitin. Felsefeya me ev e ku heta ji destên me bê divê em bi aliyên sêyem bawer nekin.

Heke bi rastî jî tu dixwazî, dê li vir her tim vebijêrka sazkirina pêvekan hebe.

Bide ber hevdu

Astengkera Reklaman a cigirtî ya geroka Vivaldiyê vs. pêvekên aliyên sêyemîn

Astengkera reklaman a geroka Vivaldiyê Pevêkên aliyên sêyemîn ên normal

Astengkera Reklaman

Piraniya astengkerên reklaman îro reklaman radikin berî ku li ser rûpelek werin barkirin an pêşandan.

Erê Erê

Bo bikaranînê amade ye

Pêvekên aliyên sêyemîn bo bikaranînê ne amade ne û divê tu wan ji firoşgehekê pêvekan bikirî, daxe û bar bikî li ser geroka xwe.

Erê Na

Gerîna ewledar

Pêvek di gerokê de dixebitin û ji ber vê yekê girîng e ku tiştê tu saz dikî bi baldarî hilbijêrî.

Erê Na

Performansa baş

Baweriya zêde bi pêvekan dikare performansa geroka te re xera bike. Pir caran, ew çavkaniyên bîrgehê ziwa dikin û te hêdî dikin.

Erê Na

Serpêhatiya bikarhênerê ya bêkêmasî

Serpêhatiya bikarhêneran bi taybetiyên cihgirtî baştir dibe. Taybetiyên resen dê her tim hevgirî bi ceribandin û berhemdariya bikarhêneran bin.

Erê Na

Bi astengkera reklaman a entegre re bi ewlehiyê bimîne

Bi astengkera reklamê re, tu xwe ji şopgerên reklamkaran dûr dixî ên ku dikarin nihêniya te bixin nav talûkeyê.

Gelek reklamên serhêlî heman teknolojiyê wekî şopger bi kar tînin. Ew te li ser tevnê dişopînin û zanyariyên te yên hêja berhev dikin. Ew xwe dispêrin perçeyên kodan ên ku dikarin werin îstismarkirin û bi wan bigihîjin zanyariyên hestiyar.

Nehêlin ku amûra te reklamên daxistinê yên xerabkar nîşan bide.

Bêyî Astengkera reklaman, tu yê reklamên serhêl bibînî ên ku vîrus û nermalavên xerabkar belav dikin, daneyên te û kombersa te xera dikin. "Reklamên xerabkar" dike ku tu biçî malperên xapînok û pelên xerablar daxî an jî li girêdanan bitikînî ên ku di rastiyê de tiştekî din in. Hin malper hene ku ji yên din bêhtir reklamên çewt nîşan didin, lê ev jî heye: belkî malperên tevnê yên ku reklaman nîşan didin, ne xwedî kontrol in li ser reklamên ku ew dihewînin.

Astengkera reklaman bi kar bîne da ku tu reklamên pêvekên xerabkar qedexe bikî.

Pêvekên aliyên sêyemîn di gerokê de tên bikaranîn û dikarin gihîştina xwe bi kar bînin da ku li te aciz bikin. Daneyên xwe û amûrên xwe bi astengkera me ya hilpekokî ewleh bike. Ew ê reklaman asteng bike yên ku pêvekên xerabkar jî tê de.

Astengkera reklaman bi nihêniya cihgirtî re

Hin sepanên astengkirina reklaman bikarhênerên xwe dişopînin, profîlên wan diafirînin û daneyên xwe difiroşin da ku qezenc bikin û karsaziya xwe bêhtir bikin.

Astenkerên reklaman jî tê de, sepan xwedî çavkaniyên cuda yên debarê ne.

Geroka Vivaldiyê cuda ye. Em dixwazin daneyên te biparêzin. Me astengerek li nav Vivaldiyê çêkir da ku te ji reklamên herî xerab yanî ji reklamên şopanê biparêze.

Em te naşopînin.
Em profîla te çênakin.
Em daneyên te nafiroşin (di destê me de hîç tune ye).

Berî ku tu hilbijartinekê bikî, vê yekê bipirse: Modela qezenckirinê ya astengkera reklaman çi ye?

Bi belaş û xweşî astengkera reklaman bi kar bîne

Astengkera geroka Vivaldiyê belaş e ku tu yê bi hemû awayî bi kar bînî, tu taybetî û fonksiyonên premium li pişt paywall-ê tune ye.

Vivaldi ji gerokên din bêhtir taybetiyên cihgirtî yên fonksiyonel û çemînbarî dihewîne - û ew hemû belaş e! Astengkera me ya reklaman biceribîne!

Hişyar bimîne

Malperên ku tu her roj seredana wan dikî dema ku tu astengkerê çalak dikî dê ziyanê bibînin – reklam çavkaniya dahata gelek malperan e.

Wekî alîgirên înterneta belaş, em dixwazin malper bila debara xwe peyda bikin.

Li Vivaldiyê, tu biryar didî ka tu dixwazî malperên çawa nîşan bidî û bila ew malper derbarê te de çi zanibin.

Em pêşniyaz dikin ku li ser hemû malperan şopgeran asteng bike, lê astengkera reklaman tenê li ser wan malperan çalak bike yên ku bi reklaman te aciz dike.

Ji bo ku tu malperên bijare û naveroka belaş ên li ser înternetê piştgirî bikî, em pêşniyaz dikin:

  • Astengkerên reklaman di hemû malperan de çalak neke.
  • Mafê bide reklamê ji malperên ku tu pê ewle ye.
  • Bi astengkerê re tenê şopgeran asteng bike. Astengkirina şopgeran dê rê li ber reklamên herî xerabkar bigire - yanî ji reklamên şopgeran.
  • Piştgirî bide malperan ên ku tu bi rêkûpêk diçî seredana wan û rasterast bexşînê didî wan.

Li ser astengkerên reklaman bêhtir tişt fêr bibe

  • Astengkera reklaman çi ye?

    Astengkerên reklaman nermalav in û reklamên serhêl diparzinînin. Ew xîret dikin ku reklam li ser malperan xuya nekin. Parzinandin bi gelemperî di gerokê de çêdibe - bi xebitandina cihgirtî, an jî bi pêvekên gerokê wekî AdBlock an jî AdBlock Plus. Piraniya astengkerên reklaman û astengkerên reklamên YouTube-ê reklamên xwe ji holê radikin berî ku ew li ser malperekê werin barkirin an jî berî pêşandan.

  • Astengkirina reklaman çawa dixebite

    Piraniya astengkerên reklaman xwe dispêrin du teknîkan.

    Pêşîn, ew daxwazan radiwestînin ên ku ji geroka te hatine kirin û URL-ya ku tê xwestin bi lîsteyekê re kontrol dike ya ku URL-yên çavkaniyên reklaman tê de rêz kiriye. Heke URL-ya ku tê xwestin di wê lîsteyê de hebe, daxwaz tê rawestandin û rûpel hîç reklamê bar nake.

    A din, astengkerên reklaman li hêmanên rûpelê dinêre û yên reklaman vedişêrin. Heke hinin reklamên hilpekokî ji gava pêşîn filitîbin, astengkerên reklaman ên mayî asteng dikin û cihên spî yên vala vedişêrin.

  • Hemû reklam bi astenkera reklaman têne astengkirin?

    Astengkirina reklaman xwe dispêrin URL-yên reklaman ên tê zanîn, loma ji aliyê teknîkî ve ne gengaz e ku ji %100hemû reklaman asteng bikin. Nivîskarên wan rêzokan tu carî nikarin hemû çavkaniyên reklaman li wir bidin rêz bikin. Wekî din, nexşeya reklaman a înternetê gelek herikbar e: hinin çavkaniyên nû derdikevin û hinin yên kevn winda dibin.

  • Astengkerên reklaman daneyên te berhev dikin?

    Her sepan ji bo berhevkirina daneyan rêbazên cuda disepînin. Em ji te re şîret dikin ku berî daxistina pêveka astengkerê, mercên wan ên bikaranînê kontrol bike. Astengkera reklaman a Geroka Vivaldiyê bikarhênerên xwe naşopîne. Wekî din, em li dijî şopandin û berhevkirina daneyan kampanyayekê dimeşînin.

  • Mirov çawa dikare di geroka Vivaldiyê de astengkera reklaman çalak bike?

    Li Vivaldiyê, Astengkera Reklaman wekî berdest girtî ye.

    Gava ku tu gerokê dadixî û saz dikî, em ji te re dipirsin ka tu dixwazî asta astengkirinê çawa be. Tu dikarî yek ji van hilbijêrî: "Astengkirin tune ye", "Şopgeran asteng bike", an "Şopger û reklaman asteng bike". Dikarî her gav di sazkariyê de biryara xwe biguherînî.

    Wekî berdest, Astengkera reklaman a geroka Vivaldiyê dihêle reklamên neşopger li ser rûpelên motora lêgerînê werin nîşandan ên ku yên hevkarên me ne. Tu dikarî wan reklaman asteng bikî bi neçalakkirina "Mafê bidî reklamên ji hevkarên me re" di çavkaniyên astengkirina reklaman de.

  • Astengkera reklaman çawa tê ne çalakkirin?

    Tu dikarî her gav astengkera Reklaman neçalak bikî. Biçe sazkariyên Vivaldiyê û "Asteng neke"yê hilbijêre. Tu dikarî her gav vê yekê biguherînî.

  • Geroka Vivaldiyê reklaman çawa asteng dike?

    Em di astengkirinê de xwe dispêrin rêzokekê navnîşanên reklaman ên tên naskirin ku reklaman belav dikin û daxwazên wan ên URL-yan radiwestînin berî ku werin şandin, em wan asteng dikin.

    Di sêwirana xwe ya giştî de, Astengerkera me ya reklaman dişibe piraniya astengkerên din. Tê de motorekê astengkirinê heye ku divê çi were astengkirin diyar dike.

  • Gerokên Vivaldiyê kîjan rêzokên astengkirinê bi kar tîne?

    Ji bo astengkirina reklaman, em EasyListê wekî berdest bi kar tînin û em heke daxwaz hebe, rêzokên astengkirina reklamên herêmî jî wekî vebijêrk pêşkêş dikin. Hin ji wan rêzokan bi EasyList-ê ve girêdayî ne.

    Ji bo astengkirina şopgeran, em DuckDuckGo, Tracker Radar û bi ya daxwazê rêzoka EasyPrivacyyê bi kar tînin.

    Tu dikarî çavkaniyên astengkera reklaman li sazkariyê bibînî û bi rê ve bibî. Ji bo ku çavkaniyeke astengkirinê çalak bike, qutiya li ber çavkaniya bi tîk bike. Heke tu dixwazî dev ji çavkaniya astengkirinê berdî, tenê wê tîkê jê rake.

    Heke çavkaniya astengkirinê ya ku tu dixwazî bi kar bînî jixwe ne rêzkirî be, tu dikarî çavkaniyên din jî têxî.

  • Mirov çawa dikarin reklaman tenê li ser malperên diyarkirî asteng bike?

    Carekê li jorê malperê, li ser bişkoka mertalê bitikîne ya ku li ser darika navnîşanê ye û asta astengkirinê bitikîne "Astengkirin tune ye", "Şopgeran asteng bike" an jî "Şopger û reklaman asteng bike".

  • Mirov çawa dikare hejmara reklamên astengkirî kontrol bike?

    Bi astengkera reklaman a geroka Vivaldiyê re tu dikarî hejmara reklamên hatine astengkirin bi tikandina bişkoka mertalê ya li çepê zeviya navnîşanê kontrol bikî. Baş zanibe ku te hinek be jî astengkirinê çalak kiriye, paşê pê li bişkoka mertalê bike da ku bi rastî çend heb hatine astengkirin bibînî.