Em te naşopin. Hîç, sifir, tine.

Gelek malperên ku tu tê de digerî, dixwazin heta ji destên wan bê li ser te zanyariyan kom bikin. Çima? Ji bo ku qezenca xwe bêhtir bikin. Gelek çêkerên gerokan jî xwedî heman raman in. Tu heyirî?

Sepan bi gelemperî bikarhêneran dişopînin, profîlan diafirînin û ji bo qezencê daneyan difiroşin reklaman. Ev nirxa "bikaranîna belaş"ê ye.

Lê Vivaldi, na. Bi dilsozî ji bo me daneyên te nabe qezenc.

Malperên ku tu serî lê didî, tiştê ku tu di motora lêgerînê de dinivîsinî, tiştên tu dadixînî ser amûra xwe- tu têkiliyên me bi daneyên te tune ye. Ew hemû ya li ser amûra te tên hilanîn ya jî tên şîfrekirin.

Sifir daneyên me hene ku em bifroşin.

Em ê derewan nekin. Bê guman ew ê xweş be ku daneyên te heba ka tu Vivaldiyê çawa bi kar tînî (mîna ku taybetiyên te yên bijare çi ne). Lê ji dêvla ku em vê riya xofbar bişopînin, em difikirin ku rasterast ji te re bipirsin çêtir e. Ev dînîtî ye, em dizanin.

Em bêyî şopandinê çawa dijimêrin

Wekî her şîrket, pêdivî ye ku em bizanin ka çend bikarhênerên me hene (erê, ji me re pêdivî ye bo em karê xwe bikin).

Bo demekê em pişta xwe didin jimartina bikarhêneran a bêhempa ya li ser kobersa te hatiye hilanîn. Ew ji me re bi hêsanî dibêje "Ev heman bikarhêner e ku me berê ew jimartî ye".

Lê em hêdî hêdî vê yekê radikin. Bi vê rewşa xwe jî ev zanyarî ji bo me pir in. Em naxwazin ji makîneya te tiştekî "bêhempa" were ji me re.

Vêga, em li ser bernameyeke nû dixebitin. Pêdivî bi kodkirina wê heye lê em ê werin vir.

Em hêla kodê ya gerokê bi C++ dinivîsin da ku em bikaribin çavkaniya xwe biweşînin û tu jî bikaribî wê kontrol bikî ka çi dikin an jî çi nakin.

Em IP-yan kurttir dikin ên ku em jê zanyariya hejmartinê digirin. Vê yekê ji me re bi kurtahî dibêje ku bikarhêner li ku derê cîhanê ne - ku ev zanyarî di biryardayînê de alîkariya me dike, tiştên wekî gelo em bala xwe bidin kîjan welatan û zimanan da ku ceribandina bikarhêneran baştir bikin. Lê heke em bixwazin jî em nikarin bikarhênereke taybetî diyar bikin.

Em di heman demê de dizanin ka tu çi versiyona Vivaldiyê bi kar tînî, cureya çîpa kirarê te, pergala te ya xebitandinê (PX) û averûtiya dîmenderê te çi ne. Em ê rastgo bin, zanyariyên me ne pir baş in.

Em çend aliyên sêyemîn bi kar tînin ji bo hin tiştên ku tu di gerokê de dikî. Bila ev di bîra te de be. Her dem di bikaranîna pêvekan de baldar be heke dixwazî pêvekên gerokê saz bike.

Çima me astegkera şopgeran a cihgirtî tevlî kir

Ji sedî 76ê malperan şopgerên veşartî yên Google-ê dihewînin.”

Tu yê bala xwe bidî ku em li dijî şopandin û berhevkirina daneyên nepêdivî têkoşînekê dijwar didin. Lê, lanet be, şopgerên tevnê nasekinin. Hejmara wan bilind bûye. Li wir bi mîlyaran şopger hene.

Ji ber vê yekê, me astengkerekê şopgeran li gerokê bi cih kir. Ew te ji şopgerên tevnê yên her derê diparêze ku li ser tevnê zanyariyên te ya kesane kom dikin û dişopînin.

Bi qasî ku em dixwazin astengkera me ya şopgeran bêkêmasî be û hemû şopgerên ku sîxuriya te dikin asteng bike, lê belê dê her dem malperin hebin ku astengkera me bide alî. Heke tu ji wan yek bibînî, tu yê ji me re ragihînî?

Ji ber vê yekê erê, em Vivaldiyê bêyî şopandinê ava dikin û nihêniya bikarhêneran binpê nakin.

Çend sepan dikarin vê bibêjin?

Bêhtir tişt bixwîne:

Em bikarhênerên xwe çawa dijimêrin
Polîtikaya nihêniyê ya geroka Vivaldiyê
Deşîfrekirina kodên çalakiya torê li ser Vivaldiyê