Wergera Vivaldiyê

Geroka me ji hêla sêwiranê ve taybet e, ji ber ku wergera Vivaldiyê hêza xwe ji Lingvanex-ê werdigire. Vivaldi hêsan dike ku bikarhêner di cihê xwe de wergera malperan bike û tu pêdivî bi pêvekên aliyên sêyemîn ên sîxur tune ye.

Daxe

Astengiya zimên bişikênîne

Wergêrê Vivaldiyê ya cihgirtî dihêle tu bi tikandina bişkojkê nivîsa hilbijartî an tevahiya malperên tevnê wergerîne 108 zimanan.

Wergera ewledar û parastî

Motora wergerê bi ewledarî li ser rajekarên Vivaldiyê yên li Îzlendayê tên parastin. Ev tê wê wateyê ku tu têkilî bi rajekarên aliyên sêyemîn tune ye. Û dîsa ev tê wê wateyê ku kesek nikare bigihîje wergera te ya taybet, heta em bi xwe jî.

Wergerandina bi lez di darika kêlekê de

Destgeheke wergerê ya diyarkirî xweber nivîsa hilbijartî bi lez werdigerîne û mafê gihîştinê dîroka wergera te dide.

Wergera me li ser Windows, Linux, macOS û Androidê dixebite. Tu yê li her platformê ji wergerandina tevahî rûpelan ên bilez û bêkêmasî kêfxweş bibî -wekî fonksiyoneliya wergera Vivaldiyê ya sermaseyê.

Vebijêrkên kesanekirina wergêr

Her dem wergerîne
Tu carî wernegerîne
Tu carî vê malperê wernegerîne
Wergerandina rûpelan pêşnîyaz bike

Derbarê Lingvanex-ê

Vivaldi bi Lingvanex re hevkariyê dike ku bi mîlyonan bikarhêner bêyî ku taybetî û parastina wan xera bibe, astengiya ziman dişkênînin. Lingvanex bi forma API ya Ewr, bi rajekara herêmî an jî bi forma sepanan ji bo nivîsar, deng, pel û malperan bi 200+ zimanan wergerandina makîneyê ya kalîtedar û ewledar pêşkêşî şîrket û kesan dike. Di malpera Lingvanex de bêhtir zanyarî li ser çareseriyên wergerandina makîneyê ya taybetî-navendî hene.

Lingvanex

Malperan wergerîne

Pelbendan wergerîne

API-ya Ewrê

Wergera makîneyê

Taybetî û Parastin

We respect everyone who chooses to browse with us. That is why we don’t track or profile your behavior, or sell your data. The sites you visit, what you type in the browser, your downloads – we have no access to that data too. We don't even store it on our servers — it stays on your local machine or gets encrypted.

And, we do our best to block others from doing it, too, with our built-in Tracker Blocker. As a result, your private information always stays safe — and you can browse the web freely without worrying about someone sneaking a peek at your browsing history or tracking what you do online.