Pirsên Pir Tên kirin
-
Ez çawa dikarim bexşînê bikim?
Ji bo bexşandinê:
- Biçe forma bexşandinê.
- Tu dixwazî çiqas bibexşînî, hilbijêre û bidomîne.
- Agahdariyên karta xweya krediyê binivîse û li ser 'Pay $' bitikîne.
- Heke saziya karta te ya krediyê xwestibe, peredanê bi riya ewlehiya 3D piştrastkirina 2 bipejirîne.
-
Hûn çima bexşînê dixwazin?
Zelaliya tevahî: Vivaldi şîrketekê bazirganî ye û gelek xebatkarên me yên şîrketê hene. Debara me li ser hevkariyên me yên motorên lêgerînê û li ser şûnpelan e. Tu dikarî li ser modela karsaziya me bêhtir tişt fêr bibî: li vir e. Dîsa jî, gelek heyranên me hene ku dixwazin bo me perenin bibexşînin. Helbet em hemû dixwazin bikarhênerên xwe guhdarî bikin, loma me vebijêrkek çêkir.
-
Dê bexşîna min çawa were bikaranîn?
Pereyên te dê werin bikaranîn ji bo pêşveçûn û serfiraziya demdirêj a hilber û karûbarên bingeha geroka Vivaldiyê.
-
Vivaldi zanyariya min a kesane çawa diparêze?
Em di derbarê bexşînkaran de tu daneyan berhev nakin an nahêlin. Tu dikarî Polîtikaya Nihêniyê li vir bixwînî. Ji bo pêvajoya pereyê, em servîsekê aliyê sêyemîn a bi navê Stripe bi kar tînin. Tu dikarî bixwînî ka ew çawa daneyên te bi kar tînin, li Polîtika Nihêniyê.
-
Di derbarê Vivaldiyê de dikarim li ku derî bêhtir zanyarî bixwînim?
Tu dikarî li vir li ser gerokê fêr bibî: https://vivaldi.com/ û li vir jî li ser şîrketê: https://vivaldi.com/company/.
-
Ez dikarim ji bo pirsên derbarê bexşînê rasterast ji kê re e-nameyê bişînim?
Heke di derbarê bexşînê de pirsên te hene, ji kerema xwe ji [email protected] re peyamek bişîne.