Baweriya me bi çi tê

Fêr bibe ka li Vivaldiyê xebat çawa ye,
û baweriya me bi çi tê.

Em li ser çi ne

Divê gerok bi pêdiviya te şikil bigire, ne berevajiya wê.

Em bawer dikin ku gelek kes dixwazin ku her quncikên geroka xwe bi kesaneyî saz bikin ku ew bi xwe çêbikin. Bêyî ku performans an jî ewlehî kêm bibin, dixwazin xwe bigihînin alavên pêşketî. Û dixwazin dengên wan bên bihîstin.

"We’re building a browser that is powerful, personal and private. A browser that adapts to you, not the other way around."

Erka me

Em çawa dikin

Civateke xweş a xwebexşan û komekê kesên pispor ji nav avakarên gerokê.

Damezrîner û CEO-yê me, Jon von Tetzchner, hîn gelek kes nizanîbû ka înternet çi ye, lê wî gerok saz dikir. Em bi xwe-bi-xwe-rêxistinê û bi hevkariyên nav beş û projeyan bawer dikin. Lê em tenê nakin. Em bi civakekê ronîdar a Xwebexşan bawer dikin a ku li seranserê cîhanê ye û ji me re dibin alîkar ku em test bikin, wergerînin û belav bikin.

"Giramiyê bidin hev, her tiştî bipirsin, afirîner bin û tiştan pêk bînin."

Rêgezên rêbernameyê

Cih

We are (so far) 25 nationalities working across seven countries with offices in Norway, Iceland and the USA.

Oslo, Norwêc

Navenda me li dilê Oslo yê li rex sûlaveke bedew e. Rast e, sûlaveke rastîn e, û tu dikarî hinek salmonên Norwecî jî di çem de bigirî heke tiştê te ev be.

Reykjavík, Îzlenda

Nivîsgehên me yên Îzlendayê li Innovation House-ê, înkubatora destpêkê ya herêmî ye ku ji hêla Jon ve hat damezrandin. Tîma me ya Îzlendî ji bo avakirina Vivaldiyê îlhamê ji dîmenên xweş ên okyanûsê distîne.

Magnolia, DY.

Bingeha xaniyê me ya li Dewleta Yekbûyî derveyî Bostonê di Magnolia Innovation House-ê de ye - me ji mansiyonekê veguherand ser navenda teknolojiyê. Her havîn hemû tîma me qasî mehekê ji bo crab cake û kodandinê li vir dicivin.

Kontrol di destên me de ye

Xwediyê Vivaldiyê karmendên wê bi xwe ne.
Û em dixwazin ku wiha bidomînin.

Tunebûna veberhênerên derveyî azadiyê dide me ku wiha em li bikarhênerên xwe guhdarî dikin û digel wan gerokê ava dikin a ku heqê wan e. Her raman girîng in û bi rastî tên hesibandin.

3 100 000+
Bikarhênerên çalak
1 600 000+
Endamên civakê
0
Veberhênerên derveyî