Navrûya bikarhêneriyê
Her derên wê çemînbar e
Awayê xwe hilbijêre
Rûkarên ultra-kesanekirî bi kar bîne da ku xuyangekê xweş bide geroka xwe. Tu dikarî rûkara geroka xwe di nav rojê de biguherînî bi riya demsazkirina guhertinê.
Li ser rûkaran bêhtir tişt fêr bibe
Malperek tevlî darikên xwe yên kêlekê bike
Destgehên Tevnê, kontrolkirina sepanên te yên sohbetê yên bijarte, agahdariyên civakî û malperên nûçeyan hêsan dike. Tu çiqas dixwazî hewqas tevlî bike. Bi kaşkirin û berdanê wan ji nû ve bi rêkûpêk bike. Tu dikarî bi saya kurteriyên kesanekirî destgehekê taybet veke.
Li ser destgehên tevnê bêhtir tişt fêr bibe
Navrûyekê lihevhatî
Vivaldi xwe bi ya te dişikilîne, lê ew dikare li ser malperên ku tu seredanê dikî, kêrhatîtir bibe. Navrû dikare rengê sereke yê malpera ku tu tê de yî hilbigire û wekî rengek çarçoveyê bi kar bîne.
Li ser alavan cihê xwe bigirin
Cih û xuyangên darika navnîşanê, darika şûnpelan û darika rewşê li Vivaldiyê bike kesane. Wan li jor an li jêra dîmenderê bi cih bike, mezinahiya wan bi navrûya bikarhêneriyê biguherîne an jî bi tevahî veşêre.
Pêşanî li ser naverok e
Dîmena Xwînerê bi kar bîne da ku bala xwe bidî tiştên girîng -mîna naverokê. Gengeşiya ser rûpelê serrast bike, bi riya curenivîsên sazbar û pergala rengan kêfa xwe bi xwendinê bîne.
Li ser dîmena xwînerê bêhtir tişt fêr bibe
Alavên ku li ba te ne
Destgeha Vivaldiyê dihêle ku alavên te yên karbar li ber destên te bin. Bila dîrok, daxistin, şûnpel û nîşeyên te li ser dîmenderê, li ba çarçoveya te ya bingehîn bin.
Di Vivaldiyê de bi awayekî bandordar vebijêrka kesanebariyê berdest e.
Jake Swearingen New York Magazine